A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Ez Gelek Tî Me
465 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Ez Gelek Tî Me

şeraba wan lebên lala
Bi minde ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana:
Nizanî ez çi birçî me?

Ji baxê paxil û sîngê
Eger sêvek bidî Seyda
Xurînî pê ku bişkînim
Diçim ser rê ku rêwî me

Eger sênca rez û baxan
çirand û dest birin sêvan
Dibî lêv herne ser lêvan
Li min megre ku sêwî me

Bi tenha ez li çolê me
Serî goka di holê me
Birîndari m ji wan mijgan
Pêrîşani m çi xwînî me?

Welatperwer bî ey xanim:
Were dest deyne ser canim
Birînê min qemûşk bigrin
Bi jînê pir bi hêvî me

De wer maçek biminde xweş
Li dêm ko bisk bikin şevreş
Ku ayîna te bigrim ez
Ji nûve da bi zanîme?

Bihayê herdû sêvên zer
Li dil xistin te sed xencer
Mebîne qelsemêrim ez
Ji kurdên ser nişîvîme?

Kurê Xesro û Guhderzim
Di vê rêde gelek berzim
Evîndarim ku can û dil
Li ber destê te danîme

Eger ez ser dibim ber pê
Xwedana şal û îşerpê
Dixwazim ku tu pîroz bit
Di vê rê ez çi manî me?

Dema çavên te yên mêrkuj
Dibênim ez dibim wek mij
Peyala şerbeta lêvan
Kirim gawir ku yezdî me

Ji te dûrim te nabînim
Li ser te ez ciger xwînim
çi bêjim ko nikarim bêm
Di îro ez swêdî me.

Stockholm 26.9.1979
Helbestên din ên Helbestvanî/ê