A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Ey Xortê Ciwanmêr
594 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Ey Xortê Ciwanmêr

Ey xortê ciwanmêr
Sedsal e ku em
Her û her bindestê ne yar in
Bê rûmet û pişt in
Wek kole li çolan û li ber sêpî û daran
Em hatine kuştin
Axa û began perçe kirin ev miletê mêr
Çalak û civanmêr
Em kirine xulam û em kirine yar
Mayîne bêçar tev bê serî hiştin
Ev şêx û mela reyncberên dijmin
Bi şev û ro
Tim jê re dia go
Her kes xwedî istûr û leşker û top in
Lê ê me bi xişt in
Ey xortê civanmêr bes e
Bê feyde ye ev rev
Destê xwe bidin hev
Ronayî li pey tariyê ye
Tim roj e li pey şev
Em nayêne kuştin
Her çendî em jî berê xwedî nav û nîşan bûn
Lê îro nezan bûn
Her çendî berê em bi xwe gernas û egîd bûn
Lê îro ne tişt in
Sedsal e ku em şerpeze pey şêx û began e
Bê çare wekî gogê li ber derb û şigan e
Ey muhterem û dînperest û warisê taha
Ev şûr û qelem her du di vê rê de bira ne
Ev dîn û welat barê te ye
Derkeve meydanê
Heqê te heye ku rast e ev barê giran e
Destê te ji malê te nabî
Ev veye qurban
Destên te li ser şûrik halet çiriyane
Însafê bike derkeve ji pişt perdeya xeflet
Ev bê mededê li ber derî tev qûlê xweda ne
Ev saltanat û gund û salahasine kûmpet
Tev toz û qirêja reben û gedan e
Go ya mezinê miletê ey leyçe û tolaz
Masrûf e ne mestûr e ji her kes ve xûyan e
Vaye bi şeref dest bire ber xwe proletar
Meydana şerefê ne hedê hiz û dizan e
Dar û xebir û qamçiyê zilma te dibîrin
Ev reng e begê min tev ji te re derd bela ne
Tarix ji te re nabe serê kafirê nimet
Çavê xwe veke nîvê cîhan bo me bira ne
Ditirsim ey welat bimirim nebînim
bextiyarî tu
binûsin wa li ser qebrêm
welat xemgîr û min xemgîn

Çavkanî: yektauzunoglu.com
Helbestên din ên Helbestvanî/ê