A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Ev Ji Me Tê Hew
331 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Ev Ji Me Tê Hew

Me tim dilorand, te ser xiste xew
şîyar bûye lê nabêjî me:Tew
Hezar wek Xanî, Hacî û Bêkes
Dilxweş nebûn em ne ez û ne ew

Li ser hev dîlî, perîşanî, êş
Bindest û girtî, bindar û binbêş
çavên me ziwa, li ser te digrîn
Lê ta îro jî gavek nadî pêş

Ketin riya me pir newal û erx
çend car e dijmin ji me rakir kerx
Her kes bû dijmin, heta gera çerx
Gazinde çi bikin, ev ji me tê, hew

Em çendan rêber pir hosta û jîr
Me serguherî hev kirne ev bîr
çend sal li ser hev ev hawar û qîr
Me dixwest bibî şêr, lê tu bûyî kew

Hezar sal in em gerdenxwar û mest
Tim çavşikestî, reben, dîl û mest
Dijmin bo xwe xwest, me jî jê re xwest
Bo dijmin nîvişk, tenê bo me dew

Mexabin ê te ev çiya û şax
Ev bajar û gund, pez û rez û bax
Birîndar î lê tu qet nabê ax
Birçî û tazî tenê nabê new

Bêkêr î lewra bê dost û hevdem
Hezar sal in ko dibazî her dem
Zor û lêdan û kuştin û setem
Ey kurê Nayrî, bermayê Pehlew

Dixwazî bibî xwedî nav û deng?
Bi rûmet, serbest, bijî tu xweş reng
Ji destê dijmin xwe derxî bi ceng
Bijî bi paye, rûmet û hew - hew

Te dane dijmin ev qunax û xan
Dest hilnayênî, ji lew perîşan
Bin destê dijmin birçî û bê nan
çi bêjim, sîh sal dibêm bi lew - lew

Zana, bîrewer, hozan û gernas
Cengawer û xurt, qareman, mêrxas
Zaza û Bext û Lor, Aşît û Bilbas
Li sînga tevan rakişandin kew

Rêça kalên me çend sal dane ser
Taristan e bê rêzan û rêber
Di şevreşê de roj qet nayê der
Xwendina te roj, xebata pertew

Te rê berdaye va ye rê wer, wer
Gewher perest î, welat tev gewher
Here şerê şêr, gêr bûye li ser
Azadî bi xwînê ye, te divê wer, te divê mew

Welat yareke pir xweş û dîdar
Li ser dinalin hezar evîndar
Li rast û li çep kuştî, birîndar
Malwêran e ê dosta wî bedew
Helbestên din ên Helbestvanî/ê