A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Diyariya Yarê
1845 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Diyariya Yarê

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî ?
Diyare yar dixwazî min bi yarî

Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme,hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jêre rêkim
Bikêr nayên,ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêjane şev û rojan bi zarî

Nizanim ez,çi hêjaye ku rêkim?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî

Serî,naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî

Tenê xanim,bi nazî hate ser min
Zivistane,li min şîn kir biharî

Bi wan lêvên şirîn go:rabe seyda !
Tu serbestî ji min çibkî,dikarî

Ji rêve ez beîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî

Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî

Ji lêvên erxewanî min du sed cam
şeraba hingivînî nû,vexwarî

Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî

Me herdû dest li bejnê bûn hema’îl
Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî

Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go:bese rabe Hesarî !

Me go:gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê