A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Direvim
735 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Direvim

Hevalê hêja megrî çiya cihê şêran e
Dîwarên rûmetê ji serê xurtemêra ne
Bilindî ava bûye bi xurtî, kotek, zor
Berjêr meçe, bindestî ye, fermû, em herin jor
Eywana serbestî, gelek bilind û gelek bala ye
Cihê serê min û te tenê tê de neha vala ye
Xencera min zingar gitiye ji qerêja bindestî
Ne bi xwînê bî kesek carek naghê serbestî
Li newalên di kûr razî xewnên xerab dibênî
Cilika gidîya bidî serê xwe, xemnak dimênî
Zinhar, nebî ji doza xwe vebî ta her û her saxî
Ma ne şerm e, em sax û gernas û dijmin bixwin vî baxî?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê