A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Dilgirtina Kora
527 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Dilgirtina Kora

Kor bû Mihemed Heso
Dil ket Helîma Reso
Dema dighane cem hev
Roj li cem wan dibû şev

Dest dibir ser miwê wê
Diçû çav û riwê wê
Hevdî dikirne hembêz
Dev û rû tev dibûn mêz

Laşê wan tev dihejî
Dil ji evînê tijî
Pêjinker bûn bi guhê xwe
Zû diguhaztin cihê xwe

Mihemed qalûnkêş bû
Herdem qalûn li pêş bû
Wî xweş dikşand bi kuş-kuş
Dixan li ser dibû mij

Med go: Mihemed Heso
Dil ket Helîma Reso ...
Wî nasnedkir navê me
Dijûn didan bavê me

Dar tavête nigê me
Carna diket zikê me
Xort û qîz bûn lê ciwan
Em zaro bûn, pir nezan

Med go: çima roj û şev
Ev herdû kor dighên hev ?
Evîna wan xweş û rind
Bûbû çîrok li nav gund

Herkes bi wan dikenî
Lê, ne raste, ez benî,
Kor jî weke me mirov
Heta weke hirç û hov

Xwedî dil û tijî vîn
Ew jî dilbijên evîn
Evîn timî wek are
Lê ya koran dijware

Kor bi koran tim kedî
Bê fehêt û bê fedî
Hevdî digrin, bernadin
Kes nabênin, azadin

Ne şerm heye, ne fedî
Karê wan zû naqedî
Hevdî digrin, digvêşin
Weke mêş û derwêşin

Li nav bexçe dimênin
Korin, kesî nabênin
Dixwaz in bibne yek laş
Zû xwe ji hev nadin paş

Bi dil herdû dibin yek
Meger di kincan de tek
Ewin di wan de xurte
Na, ez şaşim, pir sirte

Dil bi ronî wek rojin
Rojê bi dil disojin
Ne bi mal û can û zêr
Herdû ji hev nabin têr

Ew jî wek me mirovin
Bi dilgirtin wek hovin
Wek dibêjî Cigerxwîn :
Cihan mişte ji evîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê