A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Dîlber Gelek Delal e
618 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Dîlber Gelek Delal e

Dîlber gelek delal e yaşa delalê yaşa
Wek te hebin şepalê sed haşa summe haşa

Tu pesn û gewr û rind î, çeleng û pir lewend î
Xesroyê serbilind î, serdarê mîr û paşa

Çînçînê zulf û rîhan, enî taca Şerefxan
Ebr û kevan û eywan, rû gulgeşa di kaşa

Çavên di reş stêr in, kepû çilakê şêr in
Sedef diranê zêr in, ziman qelemtraşa

Çend gewr û biskê reş qer, alma guhar û gewher
Gerden bi nûra mermer, sînga spî qumaşa

Memik spî bilind in, bejn bi gulk û bend in
Ser pêşî mûm û find in, yaqût û durr di qaşa

Çak û çeleng û bengîn, fîstan bi ser de rengîn
Ey seydayê Cegerxwîn, fermo'ke wer temaşa

*Ji ber dengê Ehmed Kurdî
**Ji bo vîdyoyê: https://youtube.com/shorts/_YS_iCcGdxY
Helbestên din ên Helbestvanî/ê