A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Di Qeyd û Bendan Ranazin
356 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Di Qeyd û Bendan Ranazin

Em Kurd in, Kurdên navdar ser bilind û efraz in
Xewa me nayê li newalê kûr di qeyd û bendan ranazin
Em kurên Selahidîn, Erdeşîr, Keykawis û Xesro
çiman ji dijmin re tev dergevan û cilwaz in
Pir şerm e ko reşqirak me bixwin û em nêçîrvan
Kê diye ko nêçîra qirakê qertel û qerbaz in?
şêr in bi zencîr girêdayî bin destê dijmin mane bes
Serbestî bi zor dixwazin, bindestî tu car naxwazin
Azadî û serbestî û berxwedarî li cihan tev
Pêş ketine, ev ji me re her û her daxwazin
Em dostê her miletî û dijminê kolîdar in bes
Pêkhatî ne ji bo şer, lê çi bkim, bê çek û nasaz in
Gernasê Dêrsim û Agirî û Barzan û Sordaş in em
Bermayê:Mad û Sobar û hemxakê Qewqaz in
Qaremanê miletê Kurd tev karker in û cotar in
Dijminê koledar û dost û hevalên azadîxwaz in
Lê ko weşa nedin xwe û nebin yek seras Kurd
Zencîr nayê şikandin tu car, ne bi gilî û ne bi gazin
Xwe veweşêne ey qareman Kurd wek şêr û gernas
Guh bidêre azadîxwaz li her derê bi qîr û awaz in
Dijmin dijmin, çi dûr çi nêzîk ey miletê Kurd
Li her derê meyza ke, wek hev in, pîvaz pîvaz in
Helbestên din ên Helbestvanî/ê