A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Destê Şêx Maçî Mekin
1859 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Destê Şêx Maçî Mekin

Destê şêx maçî mekin ew şêx ne qutbê razî ye
Tac û şewket tev xebata destê sar û tazî ye

Ev ne dîne , dîn mebe , dîn serxwebûna milete
Ser mebe ber lingê şêx , kengî Xwedê jê razî ye

Ma ji bo dîn şer dikin xortê Fransa û Îngîlîz
Wa li Misrê xwîn dirêjin bûn şehîd û gazî ye

Ger nexwînin dê beg û axa me tim talan bikin
Ev nezanî cangiranî karekî nasazî ye

Rencberê şêx û mela yî karkerê axa û bag
Ê hinan pê karine lê ê hinan canbazî ye

Ew kesê zana divêt tim wek Cegerxwîn bikine qîr
Raste , wî zencîr di mil de tim bi qîr û gazî ye.

*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, r: 14, tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê