A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Çûna Qunsilxana Tirk
1138 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Çûna Qunsilxana Tirk

Begim çûbû kû? / çûbûme Heleb
îşê te çibû? / wilo bê sebeb
Bêje begê min / çi bêjim canim
Ka we çikirye? / qet ez nizanim
We kes nedî qet? / çima dipirsî !
Begim xuyaye / gelek ditirsî
çima bitirsim / ha ha aferm
Li her der karim / serbest bigerim
Ji kerema xwe / bêje ezbenî
şerme bese lo / bimin dikenî
We qunsil ne dî? / ha qunsile Tirk
Belê, li we kir / wî xelat û kurk
Destê xwe da we / Ew destê gemar
Destê ko Axtî / hildaye ser dar
Ew destê ko kuşt / sedwek şêx Seîd
Zana û gernas / mêrxas û egîd
Destê bi xwîna / Kurdan bûye sor
çawa te hejand / hey rêberê kor
Her kesî bihîst / dengê topa we
Milet nadê ser / rêç û şopa we
Navê we ye bes / remza istimar
We miletê Kurd / siparte neyar
Lê ne razaye / şiyare milet
Wî zincîr şikandin / ji dest we derket
Bi we nayinî / îdî bawerî
Ji dijminre ew / qet nabê terî
Canim bese lo / îdî ez ne Kurd
Raste ne Kurdî / tu bûye zigurd
Ji xwe ne Kurdî / hemparê dijmin
Hun miletê Kurd / bihevre dixwîn
Ezê herim lo / hişim nemaye
Ji bo we gotin / ne pir sazeye
Here ezbenî / here ezbenî
Milet, hemî Kurd / bi we dikenî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê