A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Cegerxwîn Bes
2486 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Cegerxwîn Bes

Eger pîr û eger mîr û eger beg,
Çi Eyûbî, çi Merwanî, çi Bermek.

Hemî çûne, belê em mane nêçîr,
Ji xwe dijmin li pey me her wekî seg.

Dijîn em her li ser şax û zinaran,
Kevir balîf e bo me, qad e doşek.

Bi lêdan geh, bi kuştin geh bi talan;
Li çolan em dibazin hacî legleg.

Serê mîrê mela û şêxên Kurdan,
Bi çoganê demê ew dane ber şek.

Ceger xwîn bû bes e rabin bibin yek,
Heger mîr û eger pîr û eger beg.

*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, r: 15, tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê