A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Bilbil û Gul
4297 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Bilbil û Gul

Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbil e?

Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kul e?

Dilgirê wek bilbilê
Herdem bi nalîn û girî
Girtiyê benda evînê
Dil li benda sunbil e.

Dilbijê bê çare çibkî
Bil ji qêrîn û girî
Ê di benda dil revînê
Kî dizanî bê dil e?

Ev xem û derd û elem
Ku min di dil de pir civîn
Tev ji pêt û pertewa
şaha bi tac û sunbil e

Ew kesê sewdan li ser
Naçî rêza dilgiran
Her çiqasî ew bi gazî
Rengê dengê zengil e

Ger ji dêmên sorgulî
Pertew nedî nêv can û dil
Nakevî nêv bend û dava
Zulfê mest û fulfil e

Ez di benda dilrevayê
Tîr ji birhan têne dil
Lêw me dil herdem bi destê
Nazika reş-kakile

Ew kesê carek diye
Derdê evînê wî bi dil
Jar û sergerdan û meste
Xweş dizanî `moşkil e`

Pertewa dîdariyê
Ku mêxolî ez kirim
Laleş a min ser li ber
Danî li sîng û paşilê

Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile
Helbestên din ên Helbestvanî/ê