A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Begim Xuya Ye Hûn Natirsin
1382 Xwendin
11 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Begim Xuya Ye Hûn Natirsin

Hey welat bo ç` perçe perçe maye bin destê neyar
`Hakimê xakê te bin ê wek Seîd û wek Beyar
Kurdê bextreş serşikestî wer bimênî çarkenar
Kuştin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar
Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin şiyar

Ev riya ku serbilindî tê de ye tev rêl û kaş
Canfida xweş pê de çûne, qelsemêr mayîn li paş
Hestiyê millet dikojin wek segan û gornebaş
Hemdem û dostê neyar in, wan millet hiştin li paş
Hey teres ferqî çi ye, ha neyar xwar ha te xwar

Hûn li "naylona" siwar in, rast e em birçî û xwas
Tim xulamokê began e, pê çirî û bê kiras
Ê we tang û top û zêrr in, ê me bes çakûç û das
Lê riya me ya durist e, ey begê diz rê nenas
Ê di roja serxwebûnê ku bimênî şermekar

Ta bi kengê wer bimênin gawir û bêbext û xurt
Polperest û bê xelat û bê mijî û hinde sirt
Fexfexa pîs û derew, şabaş û fort û pesn û zirt
Ger milet rabî ji xew, tev têne kuştin rengê mar

Pir nêzîk e ku şiyar bin karkerê gundê we tev
Pale û cotar û rencber destê rastî bidne hev
Wê demê hûn dê çi bêjin, nakevî destê we rev
Têne kuştin sernixwîn û şermîkar hûn roj û şev
Hêvî û tewqe ji kê kin, bê xwedî ne hey hewar

Ev hemî av û zevî, ma qey ne ê Kurd, ê we ne
Hûn tenê şehzade ne, lê ê dî em tev kole ne
Hûn şerîf û dewlemend in, em xulam û bende ne
Na! Ne rast e, em şerîf in, hûn dizê malê me ne
Dewleta we tev xebata destê dar û kar û sar

Ber neyê bîra we carek wer bimênî ev zeman
Pir nêzîk e ku şiyar bin palevanê qehreman
Hûn dibin efsane û estûrê tarîxa cîhan
Tev ji bo millet dimênin, xak û av û xan û man
Ta ku sax in hûn dimênin tev di zindana de jar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê