A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Azadîxwaz im
5717 Xwendin
20 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Azadîxwaz im

Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîşdibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bavê te çû şer, şêr e li meydan
Êrîş dibin ser îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên kurd hemî şîyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin, dijê neyar bin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijware dijmin, Tûran û Firs e
Gernas û mêr be, ji wan metirse
Sibê şiyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Ji bo xweş bin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavên te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Milên xwe bidme milên berane
Di şer da en tev xûşk û birane
Êrîş bikin em, lê şer girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji `hok` û `fantom`
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dibî bavê te di şer de bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em têne kuştin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

şêx û melan em tev kirne derwêş
Ev bû du sed sal, em bûne berbêş
Ba bêne kuştin, nemêni ev êş
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

şîn tê bi xwînê dara serbestî
îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek `Mem` û `Zîn`
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

ji Dîwana 7a, Hêvî
Şîrove
Grimes
12-09-2024, 23:27:13
JUDAS IS GOOD AT RECOVERING LOST ITEMS

I was been framed at my place of work of stealing company funds, some documents were made up showing that i was responsible for the stolen funds, I was eventually sacked and i was locked up until i was able to pay back the funds that was stolen, Then i explained my situation to a friend of mine who came to visit and he took it upon himself to make sure i was freed, He hired a group of private investigators who investigated the case and brought out the original documents out showing the real culprit and i was free at last i was later promoted at my place of work, Contact hackerjudas9AT . com and also via WhatsApp +18075002291 so you can share your own story.
Cate Watts
14-09-2024, 10:09:41
#1. MASTERÊN RECOVERY WINDA

Lost Recovery Masters pisporek başkirina Bitcoin-ê ya navdar e ku xwedan ezmûnek zêdeyî deh salan di qadê de ye. Ew di ewlehiya sîberê de paşerojek wan heye û destûrname û sertîfîkayên ku ji wan re jêhatîbûnên pêwîst peyda kirine ji bo vegerandina veberhênanên wenda kirine. Pisporiya wan ji hêla gelek kes û rêxistinan ve, bi gelek çîrokên serfirazî û şahidiyên navê wan ve hatî nas kirin. Mînakî, wan karibû 800,000 $ Bitcoin ji bo xerîdarek ku veberhênana xwe ji ber plansaziyek veberhênanê ya sexte winda kiribû vegerînin. Çîrokên serkeftina wan kiriye ku gelek kes li alîkariya wan bigerin da ku veberhênanên xwe yên winda vegerin. Tîm dikare tevgera piraniya krîpto û samanan bişopîne.

E-name: (Support@lostrecoverymasters.com)

Zêdetir fêr bibin: (https://lostrecoverymasters.com)

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê