A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Agirê Evîndarî
5937 Xwendin
30 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Agirê Evîndarî

şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê