A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Agir û Sohtin
4251 Xwendin
27 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Agir û Sohtin

Agirê derdê te îro
Suhtime wek pir-pirîk
Awirên wan herdû çavan
Dil vekirne sed berîk

Sed derî dadan li ber min
Da ku neghêm dilberê
Qet nikarîbû vekim
Ez li ber xwe yek derîk

Min di destê gulfiroşan
Dî gulek rûgeş-bi ken
Mal û can min dan bihayê
Sorgula geş bê şirîk

Min nizanî ko li hawîr
Wê hene xar û kelem
Bûye çil sal ko bi wê
Xarê ve ez mayim xerîk

Min dixwest ez bîn bikim
Wê sorgula nazdar û geş
Lê ji destê min revandi
Sorgula min ser-serik

Pîr û kal im ez, nikarim
Jê bixwazim wê bi zor
Min bi lav-lav daye pey wî
Nadî dest min ew perîk

Min li nêv van şax û deştan
Çandibûn hin: Nîsk û nok
Çîqreşan carek li ser
Danîn û xwarin hêj firîk

Navbera herdu çema
Qada mi bû, lê ez çikim
Dijminê dijwar û serdest
Nadî dest min: Omerîk

Garisê avî me çand û
Serbilind bû, zû giha
Lê ji hawîr ref bi ref
Danîn li ser çûk û çivîk

Garisek bê harisek ez
Dê çi bênim bênderê ?
Koç û kerwan tên di ber ve
Jêdikin her yek serîk

Min dil û gurçik kirîbûn
Ko ji bo xo bikme şîv
Kûçik û tajî û tola
Tev birin, ma ker-kerîk

Kiliwek nanê genim
Ko min ji nanpêjan kirî
Parsek û kor û kulek
Ew tev revandin,ma kerîk

Ey Cegerxwîn, ka ji vê jînê
Çi zanî ezbenî ?
Şox û şeng e, pir çeleng e
Nazedar û sur-perîk
Helbestên din ên Helbestvanî/ê