A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cegerxwîn - Agir û Pirîskên Dil
5312 Xwendin
41 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cegerxwîn - Agir û Pirîskên Dil

Agirî tev agir e, dûrî herin dijware
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsale kevnare

Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev are

Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş
Şev tev diçî, lê tu dibê hê êvare

Ne dê û ne bav, di bîra te nayên kes
Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mare

Ne xwezî bi wî ku carek lê binêrî bes
Şadî, dijmin û tim bi qîr û haware

Rêça wergirtina taca Keyan didî ber te, lê
Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berware

Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geş
Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçare.

*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 3, tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê