A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cankurd - Vehatina Suwaran
112 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cankurd - Vehatina Suwaran

Emê dîsa ava bikin
Kevir bi kevir..
Gundên we wêran kirîne
Di pêleke hovîtiyê da..

Emê ji nû ve paqij bikin
Co bi co
Avên we jehir kirîne
Di rojeke namiroviyê da..

Emê dîsa biçînin
Dar bi dar
çiyayên we sotandîne
Di demeke wêrankariyê da..

Bila cîhan hemî bibîne
Em çawa tova jînê diçînin
Di zinarên hishk da
Di newalên tî û zuwakirî da
û di aqarên bombe kirî da…
Bila ji we re ev rûreshî bimîne
Di eniya dûrok û mêjoyê da
Di defterên law û keçên Kurdistanê
da..

çiya çendî bilind bin, dîsa rê vêdikevin
Ewrên resh û tarî, çendî bi kîn û hêrs bin
dê rojekê bar bikin, birevin..
Wê marên li ser sîngê royê xwe cem kirîne,
Bibin pelên payîzê û bikevin..

..û ewên ji siya xanîkên xwe hatîne koçkirin
Ji mal û zeviyên xwe hatîne hilkirin û dûrkirin
di bahozeke hovîtiyê da
di quncekî tariyê da..
Dê bibin dûvmeqeskên biharê
dê bi ser gundên xwe da
bifirin û dakevin..
..û evîna min a dîsa pêl dide di
dawiya payîzê da
dê bo rêyekê
bo venerekê
bibe çiraxa di morantiya berbangê da

Dê bibe hêviya karwanekê di vegerê
da..
Dê bibe mizgîniya vehatina suwarên
di cenga qederê da..
Helbestên din ên Helbestvanî/ê