A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cankurd - Di Hiş û Dil Da
161 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cankurd - Di Hiş û Dil Da

Heyveke buharê ya çardeşevî
Dor çavê xwe bi ewrekî reş Kilda
Dilê min î jar
Wekî girtiyekî pîr
Di zindana dûriyê de
Dîsa bû hespekî kumêt
Li nav zincîr û merbenda
Seriyê xwe, ji bo azadiya xwe
...di tariya jînê de hilda
Dilê min î har
Nema tê girtin
bi tewl û qeyda
Ew bû stêrkeke asîmanî
Ji dûr ve rijî û pêlda
Evîna min li buraqê suwar bû
Dêmê xwe da Bi cîhanên pêjinî ve
Bi welatên dûr ve
Ber bi kewkebên di jor da..

Dilê min î har
Vegeriya welatê dê û bavan
Di dawiya umir da
Geriya li nav hemî deşt û çiyan
Li nav teviya newal û sirta
Hîç warekî xweşiktir ne dît
Ji geliyê Tîra, ji çiyayê Keloşkê
... û wan darên merxê di nav da
Ji wan avên dixulxulin
...di tenişta gund da..
Bihna sicê, hat bîra min vê sibê
Ez bi xwe re birim zemanekî kevin
Ku pêlikên zeriyan dirêj dibûn bi ser
piştên wan da
û her ewîlekî Kurda, xençerek di
ber navê da
Li dîlana gundê me,
Li ser bêderên di paş malan da
Keç û lawan mil di mil da

Xerîbo!
çi demeke xar û vîç
çi bahozeke tund hat
Bi ser kon û wargehê min da
ç qedereka reş û nedîd
Hat bi ser rûyê min da
Li derdora xwe dinêrim
...û guh didêrim
Ne bilûra şivanekî li çolana
Ne straneke Kurmanciya kevin li
zozana
Ne bihna naneke sêlê, ku agir di bin
da
Ne qebqeba kewê zinarê
Ne h’êlika girêdayî li pîknê çinarê
Ne xumxuma meşkên buharê
Ne telmeyekî germeşîrê bizinan
...û ne ava Kanîsarkê, goşiyek
tiriyê şî di nav da.

Xerîbo !
Hestiyên min di vê gorê de zer bûn
...û bilbilên aza di xefk û davên
neyarî werbûn
Heywax li min!
çi rewş e li vê dûriyê
çi tehlejîn e di vir da
çi kul û janin?
Rîş û şopên xwe kêşane di eniya min
da
...û rohniya, ku ez pê digerîm
Basikê, ku ez pê difirîm
Bû guleke zer bûyî
Bû mûmeke li ber bad û bahozan
vemirî...
...û hêviyên min cifilîn di sîngê min
da

Xerîbo !
Ger ez mirim bila nebêjin ew ji me
dûrket
û em ji bîr kirin
Pir kesên wek wî ji nav me bar kirin
û rêya vegerê winda kirin
Na..na..
Welat min, bûye balif û nivîna min
Welatê min bûye egera mayîna min
Welatê min ji min cuda nabe
...û dilê min jî ta roja çalkirinê jê
vena be
...û jê têr nabe

û hûn, zarokên gundê min
Cotkar û mamhostayê min
Hevser û hogirên xortaniya min
Hûn her dijîn, wek xûna di damarên
min
Wek hozaneke Feqiyê Teyran
Wek kilameke Perwer şivan
Her di nav hiş û dil da
Di nav hiş û dil da...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê