A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Cankurd - Delalê
262 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Cankurd - Delalê

Va demeke ji mêj e
Bapeşk bi ser warê min de hatiye
Konê min î reşmal bi ser serê min de dagerandiye
û surha baxê min î bi evînê xemilandî herifandiye..
Va demeke dirêj e
Ewirê kîna neyaran bi ser bihara min de hilweşiye
Hemî gul û nesrînên min hilçiniye..
Lêmişta xeyda xêrnexwazan,
û bi ser de jî vê dûriyê
dilê min î biçûk daye ber xwe, sêwî kiriye..
Belê, dayika zarokên min
Rohniya herdu çavên min
Li hember van hêrişan
Palpişt û hevala min
Ji te pê ve kîye…?

Delalê, hiye hiye
Ber destê vê sibê,
Dergahê ezmanê Xwedê
Bo hemî mirovan vekiriye
Lê rêya welatê min ji ber min reviye
û dêwekî ejderha li ber dergahê rawestiye…
Bahozeke wêrankar bi ser baxê Irem de hatiye
û dîwarê keleha evînê bi ser hozanvanê me de ketiye
Ne saz û awaz e, ne serfiraz e…
Di navbera du cîhanan de winda bûye
Gava ew ristekê dixwêne,
Ma ji min û te pê ve guhdarê wî kî ye?
Li dûrî niştê me yê, ku roj bi roj tê dizîn
Di dilê te de her nûçeyeke nebaş ji welêt dibe birîn
Ji zû ve hemî xweşiyên jînê bi me tehl bûne
û van welatên fireh li me wek zindanê teng bûne
Lê gava ez û te bi hev re straneke kurmanciya kevin dibihîsin
û di nav re dêmê te yê şirîn
wekî guleke Corî sor dibe…
Hîngê dilê min li xwe hişyar dibe..
û di tariya vê dûriyê de
bihnekê bi te re şa dibe..

Delalê hiye hiye
Hevala rêya dirêj
Pir ji zû ve, pir ji mêj..
Dixwazim bo te bibêjim
Veşartoka hindir dilê xwe bo te birêjim:
Kesê ciyê baweriyê,
Kesê ji min re her bûye egera hêviyê
Dil û mejiyê dagirtî bi Kurdîniyê
û mirovatiyê..
Ma ji te pirtir li vê dinê kî ye..

2000