A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Şerwanê Kurd Im
251 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Şerwanê Kurd Im

Ez şervan im!..
Şervanê kurd
Dikim şerê azadî...
Hêvî û aşitiyê...
Şervanim ez!..
Kamran û serbilind...
Mêşek li derdora min...
Kelmêşek li ber guhê min...

Vinnn.
Vinnn.
Vin...
Geh digere...
Geh datîne...
Lê nakeve bala min.

Şervan im ez!
Li hêlîna teyrê baz ...

Ne şerûd im...
Dilovan im...
Aştîxwaz.

Natirsim ji goristana marên mirî...
Goristana reş û tarî.

Ez im tav...
Ez im ro...
Ez im agir...

Jînedar im,
Jiyanê didim

Mirov…
Riwek…
Lewir...

Şervan im li Zagros...
Agirî... Gabar...
Dilsoz û bendewar...
Li Heranê berdar im
Bextewar...

Ez şervan im!
Şervanê Kurd.
Pêşiyek li ber guhê min...

Vinnn.
Vinnn.
Vin...

Hebûna wê ...
Ne li bala min.