A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Sersal
378 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Sersal

Sersal li nav Kurda j’ezel
Bûye cejn û şahî ligel,

Roj, sêzdehê rêbendanê
Li bin berfê, bin baranê

Piştî nîvro, danê esir
Sersal despê dike b’esil

Zar digerin li nav taxan
Pîroz dikin sersala wan.

Devê derê nûzewicî
Heta derê pîra birçî...

Li temen, rewşê napirsin
Ji nedanê jî natirsin

Bi awazek xweş û şîrîn
Hemî pev re dikin qêrîn:

“Serê salê, binê salê
Xwedê lawek bidê malê.”

Nûzewicî, pîra birçî
Şekir, mewîj didin sebî

Sebî kêfxweş, pîrê dilgeş
Dibe êvar tarî û reş

Ji nû şahî destpê dike
Bi dîlan û bi qirdik e

Xortên mezin, ên bê simbêl
Tevdigerin wa pêl bi pêl,

Bi sazbend û bi qirdik in
Bi govend û bi teplik in.

Qirdik yekî zana û jîr
Hema bêjin “Noel Bapîr,”

Rih û simbêl pê ve dikin
Riwê wî jî tenî dikin ;

Di dest de dar, simbêl û rî
Mîna kalek heftêsalî...

Li pêş, qirdik, paş sazbend e
Koma xorta didin bende

Wî mal bi mal digerînin
Salek bi xêr dimizgînin

Sersala wan dikin pîroz
Hinek savar, dirav jî doz...

Piştî şahî kuta dibe
Dahatin jî par ve dibe

Wekî bira, mîna hevpar
Par ve dikin dirav, savar...


Daxwaziya min ji Yezdan
Tim şahî be li nav kurdan.