A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Serencama Pisîkê
173 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Serencama Pisîkê

Pisîkê taxek feqîr
Carek diçe mala Mîr

Li nav baxçe, ber birkê
Rastî peykerê şêr tê

Bi baldarî lê nêrî
Jê tiştek neket serî

çû ber mirêka hundir
Li xwe gerand çend awir

Dît ku mîna peyeker e
Ji qalibê xwe der e...

Ji yê malê dipirse:
“Ewê wek min çi kes e?”

Got: Ew peykerê şêr e
Pir bi hêz û xweş mêr e,

şahê ajalên kovî
Gur li nik dibin rovî...

Hakimê çol û çiyê
Ji fîl ta bi mûriyê

Li daristanê ajal
Bi giyan û can û mal

Hemî jê re leşker in
Bêyî wî tevnagerin.

Piştî van pesnê şêran
Ku pisîkê malê dan

Biryar girt ku bibe şêr
Rizgar bike jin û mêr;

Awir vedan wek piling
Terî rakir, kire sing

Rabû çû warek nenas
Pesnê xwe da bêqeyas....

Li her derê bû dengî
Bizava wî lehengî

Baz û piling yek bi yek
Hatin balê bûne lek

Gişan hilda darê xwe
Berê xwe dan warê xwe...

Bi def, borî û bilûr
Guran kire zûrezûr

Gur û torîk çûn ser wan
şar û gund kirin wêran

Bi guran re şer danîn
Rabûn qira hev anîn

Baz û pilingên leheng
Dinya li gur kirin ten

Gur ketin bextê rovî
Ku hinek bibe hêvî.

Ew roviyê pir fenek
Geh bi xap û geh bi dek

Berê xwe da şoreşê
Bi zikişkê, bi meşe

Xwe gihande serleşker
Dît ku pisîkek çavzer...

Pisîk bazda kadînê
Geh jî kete kulînê...

Rovî ew girt û anî
Li destê guran danî.

Ji ber kirinên mekruh
Ahd da, kir toba nesûh

Nema tiştek wiha kir
Giyanê xwe riha kir...

Rast e, beza kitikê
Ji axo ta sifikê...

Ev çi hêviya bêxêr!..
çawa pisîk bibe şêr?