A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Şehîd û Gazî
237 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Şehîd û Gazî

Du xortên kurd, li welatek biyan
Piştî demekê, serî li hev dan
Bi hev û din re kirin guftûgo;
Bigilî, gazin, xemgîn, dilkovan...

“Li gor derfetan, karê me ev a
Ked û renca me çû badîhewa.
Rabe ey bira! Em herin welêt,
Ji derdan re dê em bibin dewa...

Rabe ey bira! Li me dereg e
Dest li kelemçê; ling bi pereng e.
Kurdistana min li bin piyan çû
Kavil, şewitî, gişt toz û zeng e...

Bira! Pêwist e em herin çiyan
Nava kulîlk û gul û sosinan
Digel gerîla têkevin cengê,
Bibin hêviya gel û niştîman...”

Du leheng ji wir rabûn çûn çiyê
Li baregehan û li beriyê...
Cehd û berxwedan, mîna pilingan;
Bav bi wan bawer; dê bi hêviyê...

Şerê xwe kirin, biserfîrazî
Peywîr qedandin, ew bi xwe razî...
Di dilê gel de hêlîn çê kirin...
Yek ji wan şehîd; yek ji wan gazî...