A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Nalebar (Newekhewî)
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Nalebar (Newekhewî)

Em her du di rojekê de hatin dinê.
Tu li koşkê
Li ser doşeka ji periyê çivîkan
Û...
Bi gulavê şûştibûn.
Ez li çolê
Ser berfê
Bi ava sar...

Em her du di rojekê de giriyan
Tu ji şadî...
Lê ez ji xem û bedbînî.
Te kamranî mêtibû
Lê...
Min perîşanî...Xizanî...

Rojekê emê her du bimirin
Wê tirba te ji mermer
Bi kulîlk û beybûnên
Spi, sor û zer...
Bi pey te de şîn...
Lê tirba min nenas,
Winda...
Bi pey min de bêdengî...
Kincên min.
Çavên diya min bi xwîn...

Ma wê ev nalebarî ta kengî bidome?
Dawiya çîrokê de
Rastiyek heye keça delal!
Rojek wê bê...
Roja rabûna giştî
Li pêşberî Dadgerê Dadmend
Tu dê deyndar...
Bêmaf ...
Stûxwar...
Û...
Destên min li pêsîra te
Mafdar,
Dozvanê mafê xwe,
Xwîna çavên dayîka xwe...
Bextawar...