A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Keça Kurd
453 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Keça Kurd

Keça Kurd e, serbilind e
Bejinzirav, pir-î rind e
Şeng û şox û xweyî rûmet
Karxezala şar û gund e

Keçên delal, keçên ciwan...
Hember zilme serî hildan
Ji bîr kirin şe û hine,
Neynik, mûçing, kil û kildan.

Berê diçûn şkefta keçkan
Dolab dirêstin bi sitran
Îro li Botan, Serhedê
Cengê dikin digel halan.

Bi eyarşîrk bêrîvan bû
Sitrana Memê Şivan bû
Dotmama Duwanzde pismam,
Evîn û xewna xortan bû.

Kûzê avê li ser Milan
Dest û pêçî li çembilan
Di rojên cejn û şahiyê
Diket hêlan, dikir dîlan...

Bi tûr û xilç digeriya
Li nav rez û çol û çiya
Ji beyanî ta êvarê
Berhev dikir kereng, giya…

Berhev dikir sergîn, qurmik
Bona ardû, bona tepik
Evîndar û mazîçin bû
Hem şivanê kar û berxik...

Ew tişt hiştin li wê rewşê
Rahişte darê keleşê
Xwe bi rextan rapêçaye
Bilezgînî çû şoreşê.

Şoreşger û şervan e ew
Bi sond û bi peyman e ew
Nabe bûk, dê û kebanî
Heta rizgar neke netew.

Pakrewana gel û welat
Rizgar dike war û kelat
Nexşeya welat xêz dike
Bi xwîna xwe, bi kêferat

Li çiya, di baregehan
Di nav kom û refên şervan
Dike şerê azadiyê
Hêviya Kurd û niştîman.