A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Her Warek Bi Bilbilek
533 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Her Warek Bi Bilbilek

her bilbilek bi gulek
her bilbilek bi dilek
bilbilê kurdistanê
yekî bêper û kulek

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek...

xem nîn e, ew bilbil e
evîndarê sorgul e
bêper û bêperwaz e
dilê wî jî bi kul e

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek...

gula wî yeke sor e
sed dirî li derdor e
bo çi bijart gula han?
bidestxistin pir zor e.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek...

her çiqas sitemkaran
bi tundî û bi daran
çîm û perwaz şikandin
lê, gul neda neyaran

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek...

te awazek nerm heye
bo gulê qedîfe ye
rabe hûrik bilorîn
bo dijmin pir qebe ye

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek...

bilbilê hêla botan
îro li te zivistan
wê bihara te jî bê
war dê bibe gulîstan.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek...

bilbilê warê boşo
li te dijminqidoşo
gulîstan lewitandin
divê tu paqij bişo

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek...

bilbil! tu jar û mestî
bo gulê bûyî hestî
bi derdê te dikele
dê çi ke, ew bindestî.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek...

bilbilê lata gelî
bigrî digel omerî
gulîtan şewitandin
tev bû rijî û xwelî

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek...

bilbilê kevrê biqul,
serhed û warê kavil...
bes bixwîne bi kovan
te heland hinav û dil.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi dilek...

hooo! bilbil, lo bilbilo!
perşikestî, dilbikulo
bihar bi ser te de hat
rabe bixwîn ji dilo.

her warek bi bilbilek
her bilbilek bi gulek...

bilbilê şax û şêbê
vê bihara ku wê bê
gul, kulîlk devliken bin
gulîstana ku lê bê

her warek bi bilbilek .
her bilbilek bi gulek
bilbilê kurdistanê
yekî bêper û kulek.