A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Helbesta Bênav
328 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Helbesta Bênav

Dîlan di dîlanê
Şîn bi ser şînê de...
Ev kî ne?
Aya ev ayîn,
Ev rûçik ê min e?
Gelo ez im
Ê di stûyê wi de toq,
Mêjiyê wî qeyd û bendkirî
Di nava keriyek dîl de…
Laşê di nav xakiyan de hatiye çewisandin?
Gelo ez im
Ê bi tarîtiyê hatiye fetisandin;
Ew sawîra ku ronahî wenda kiriye
Di nava wan çavên “Tisîna mar” de mayî ye
Û...
Ji keriyê xwe hatiye dizîn
Di nava artêşa serkeftî de
Bi ala spî?..
Na!..
Ne ez im,
Ezê di mirêkê de;
Ne ez im
Ê di tariyê de stran digotin.
Mêr im,
Serhildêr im ez!
Avên bi coş difûrin,
Xilava sor dipijiqe ji mêjiyê min.
Asê me ez!
Agirê çiyan
Çiyayên bi rûmet,
Yên serhildanê
Û ...
Biserketî,
Di dilê min de,
Di zend û bendên min de
Hene ku...
Coşa bi wan
Mîna mizgîna cejnê…
Dibêjin:
“Çiya, çiya, lo çiyanino!...”