A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Dilo
438 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Dilo

Erê dilo, lo lo dilo!
Agir kete sênca çilo...
Dinya alem bûne dewlet
Kurdistana min ma wilo...

Dilo rabe bilezîne
Bike hawar, biqîrîne
Dinyayê pê bihesîne
Kurdistanê bivejîne...

Tewlo dilo, jarê dilo!
Agir ketiye sorçilo...
Dinya alem serbixwe ne...
Kurdên gernas, mane wilo.

Dilo rabe xwe bide hev
Biryar bide bi dil û dev
Karwan Xabûr li pişt xwe hişt
Ro çû ava, li me bû şev...

Erê dilo, lo lo dilo!
Agir kete sênca çilo...
Dinya alem bûne dewlet...
Kurdistana min ma wilo...

Dilo rabe, dilê leheng
Bi tevahî û bi aheng
Em bixwînin pirtûk, ferheng
Bo felatê em bikin ceng...

Tew lo dilo, jarê dilo!
Agir ketiye sorçilo...
Dinya alem serbixwe ne...
Kurdên gernas mane wilo...

Dilo rabe! bi halê xwe
Bike qîrîn li gelê xwe...
Wekî şêran biçin çiyê
Têbikoşin bi dilê xwe...

Erê dilo, lo lo dilo!
Agir kete sênca çilo...
Dinya alem bûne dewlet...
Kurdistana min ma wilo...

Dilo çima tu rawestî
Bê biryar û tu bê hest î...
Ez helandim, mame hestî...
Li qada şer, şûrşikestî.