A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bro Omerî - Birakujî
472 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bro Omerî - Birakujî

Bo netewan bikin dîl
Dest û pê têxin zincîr
Biratî bikin ji bîr
Wekî Habîl û Qabîl,

Du beranên min hene
Poşek, enî bi hine...

Ji wan demên kevnare
Ta bi îro ji xwe re
Bi ramyarî û pere
Gel dikirin du pare

Min du dîkên şer hene
Li dor hev wek perwane...

Neyar bi wan tinaz kir
Bêtifaqiyek saz kir
Ta aqilê xwe nas kir
Nirxên pîroz xelas kir...

Min hene du conegan
Bi girr, pîkol û tevdan...

Li başûrê Kurdistan
Gelê Soran û Berzan
Birakujî, bêraman...
Ji dest we min sed eman.

Du birayên min hene
Sûdar in, ji xwe re ne...

Du dîk û du conegan
Du bira û du beran
Bi hev ketin wek şêran
Ketin xefkên çeldiran.

Du şervanên min ên çê
Kenê guran bi wan tê...

Bi şer û çekên giran
Rijandin xwîna biran
Ji xem û kedera wan
Omerî bû helbestvan.

Min hene du pêşewa
Kar dikin badîhewa...