A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Birahîm Cangîr - Dîdara Xewnê
81 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Birahîm Cangîr - Dîdara Xewnê

Rûsemen.. hatim hemêzê çaxê dêmê wê kenîn
Ez dibêm can bûye derya, şehleçavên ku mi dîn
Rabû helbesta dilê min, peyv ji zarê min revîn
Xweş silav da min bi çava.. wê binefşa lal û şîn
Bi kenê nazik re, rû lê barî berfa Fereşîn
Porşevê, ebrû kevanê rû rewan û dilvejîn
Pozçilak ser textê şahe xal li dorê xweş civîn
Lêv çi sor û erxewanin ! xwîn ji gilyazan dizîn
Gulşena singê bihare.. sêv di nav de raperîn
Destê nojdarê çi derman ! sax dike êş û birîn
çi şepal û rû şemale ! agirek perwankişîn
Meşiya erdê beyar de gul li bin pê bişkivîn
Bûrî nazdara dilê min, jêre min got: aferîn
Zîvirî avêt xedengek hest û dil pê kirne xwîn
Awirên çava perengin.. lê li min xweş tê nerîn
Serxweşê tîsa diranim, mey binoş ey dil bi vîn !
Bi niyazî ber bi wê çûm, can mirî bû, hatê jîn
Reşkezî bejnê de xwarin mîna solavê Metîn
Ketme hembêzê, guvaşte, jê vexum avek şirîn
Lê şiyar bûm.. xewne.. heyhooo.... dîsa dil maye birîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê