A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bihrî - Min Zanîbû Tê Bê
128 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bihrî - Min Zanîbû Tê Bê

Dilbera min…!
goriya pevçûna çeteyan…!
ti revandin..
badeya mihacirîyê dane te..
Ti serxwş û bi paye kirin…
ti ser cokên sînoran re derbaskirin…
ser baskên drew û sextekariyê…
Ti hûrkirin, ti darihtin qalibekî din..
ti dûr kirin ji min..

Belê… min zanîbû tê bê..
hîna çira jîna min pêketî…
di heja pêtiya xwe, ya li ber vemirinê..

Di hûrdema dawî ji temen..
di sikrata mirinê de mabê…
min zanîbû tê bê..

Ji bo li hevhelakirinê mabê tê bê..
ji bo hilandina tevna " pîrê "
ji ser helbest û ristên min tê bê..

Ji bo avakirina kavilê dilê min..
yê di peşêvê li ber bahoz û babelîsan..

Min zanîbû tê bê..
da berdî çav dilopek hêsra şahiyê..

Ji bo keserke tenê ji dil derîne tê bê..
Hîna pelekî şîn bi dara jiyana min ve…

Min zanîbû tê bê…
mi zanîbû tê derê zinadana xwe bişkînê..
mi zanîbû tê bend û qeydan biçirînî tê bê..

Di şikefteke bin erdre mabê tê bê..
min zanîbû berê te li mine…
çimkî bê xatirxwestin ti çûyî..
çimkî ti birin, ti dizîn ji hembêza min..
te firotin dûriyê..
ti veşartin ji min ti dane biyanê..

Ji kulîlka omîda min…
ya pişkivî bû di dîwarê zindana hêwî de…
min zanîbû tê bê…

Li ser baskên pepûlekê mabê tê bê..
bi ewrekêre ji derya evînê mabê tê bê..
Hîna qeftek gulên pêşwaziyê mayî tê bê..
li ber pêlek bayê heskirinê mabê tê bê..

Min zanîbû peşkek haveynê dilsoziyê bi te re maye..
min zanîbû guvişkek hevîrtirşê dilovaniyê bi te re ye...
Tê bê..
min zanîbû nan û nameka me naçê bi avê de tê bê..
min nivişt û berbeja vegera te hilgirtine tê bê..
Te zanî bû ez berbendî te me..
te zanî bû em winda ne dûrî hev..

Bê nav û zanav ber deriyane..
perîşanin dûrî hev bê xan û mav

Min zanîbû kevir û kuçên ezîtiya te wê bihelin..
min zanîbû nepoxên seroflaziya te wê biteqin…
wê bifişin..

Min zanîbû tê vegerî hindirê sînorên xwenasiyê..
min zanîbû tê dev ji derman û alavên tîz û vîziyê berdî
tê bê..
bi ruxsarên xwe yên xêvîn…tê serî deyne ser çoka bihrî..

Ti ji vê axêyî tê vegerî vê axê..

Belê ev devere lîsê te…
hêlîna te dive ava bê.. dive şên bê..
bi çîw çîw û xul xula dengên me

Min zanîbû tê vegerî paşila zozanên xwe..
tê xwe tehfîl kî bi ava kanî û baranê..
bi ava berxwedanê..
Tê bibî şitl û fîdan li ber keviyên Dicle û Ferat…
li ber qeraxên Ormî û wan
Tê bibî mizgîn û bingihê hîmê aşitî û azadiyê..
Tê bibî bûkek.. horiyek.. periyek
li bihiştên kurdistanê.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê