A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêwar Ibrahîm - Xewneke Rewanî
181 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêwar Ibrahîm - Xewneke Rewanî

Te çima ew xewna
şêrîn...
Ji çavê minî reş dizî û
Venegerand?!
Te çima ez hiştim bê
Xewn...
Wisa şev dirêjin
Lê nerînên çavan û
Lêxistina dilan
Ji her tiştî
Dirêjtirin...
Di qinyat û baweriyên
Evîndaran de,
Di sewdan û ramanên
Nivîskaran de,
Di rengên nîgara
Hunermendan de...
Ez helbestan
Diafrînim,
Diyarî bo heval û
Birayên delal re
Raste te ez hiştim bê
Xewn,
Lê min xewneke nû
Di nav pêlên ava
çavên te dît û
Ez nahêlim
Kes wê xewnê ji min
Bidize
Ezê sitariyê lê bikim
Ta ku mirin têkeve
Himbêza min û
Min ramûse.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?