A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêwar Ibrahîm - Qamişlo
177 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêwar Ibrahîm - Qamişlo

Gotin:
Dermanê dilan
Hezkirine,
Dermanê derdan
Jibîrkirne.
Xweş zanibe!
Tu derd û
Dilê mine,
Diwêta pênivîsa mine,
Hêvî û xewnên mine...
Lê mixabin !
Derdên min
Nayên jibîrkirin,
Dilê min
Ma bê hezkirin,
û pênivîs hat windakirin...
Min rojekê
Destvala
Dergehê te derbas kir
Gurzên gulan
Ji keçkaniya xwe
Min ji dil
Diyarî te kir.
Lê mixabin!
Kolanên te
Li min bûn
Zindan
Xortên te
Li ber bûn
Dergevan.
Ko bi zarokên te
şadibim
Tu bi hêrz li min
Radibe
Gul û kulîlk
Ji min re
Stirî,
Kenê lêvan dibe
Girî...
Qamişlo!
Ez kes im û tu
Bajar î,
Ez xemgîn im û tu
Dildarî,
Ez Bêwar im û tu
Salyar î...
Lê bi tenê
Ez nizanim kî
Serdar e?!
Kî rastiyê
Didêre?!
Kî derewam
Dihêre?!
Lê ez nikarim
Dûrkevim,
Li ber te
Lal û bê
Dev im...
Lê mixabin!
Hezkirina min bê
Havile,
Ne te dilê min bi
Jîn kir
Ne te derdên min bê
Jan kir
û deng nema da ko
Hawarkim...