A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêwar Ibrahîm - Peyal
146 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêwar Ibrahîm - Peyal

Serê sibehê ji xewê şiyar bû. Xwîn ji ber diranên wê dihat. çû dev û ser û çavên xwe şuştin, lê hêj xwîn diherikî. Kasêtek M. şêxo ji komedînokê xerabe derxist û dengê rîkorderê hilda.
Qehwe ji xwe re çêkir, xiste peyalekê lêv kerizî. Piştî ko qehwa xwe vexwar, peyal kuband ser dev, pêlakê ma, ji nû rahiştê û li binê wê mêzekir. Ji nişka ve tif li binê wê kir û bi hêz avêt nîvê hewşê û ji xwe re got:

- Ta bi naqşên binê vê peyala kerizî jî bûne çar perçe...!!

Rabû ko ji hindir derkeve, lê di nav xwîna ko ji ber diranên wê diherikî de melevan bû..! Ta derî û pencereyên odê vekirin û ew xwîn li kolan û sikakên gund belav bû...!!