A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêwar Ibrahîm - Pêt
151 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêwar Ibrahîm - Pêt

Tifka xwe veda
Ji ariyê paqijkir
Darpembok şikandin û xistin
Hindirê wê
Beroşa avê danî ser û bizav da xwe ku
Vêxe.
Lê kir û nekir tifka wê vêneket…!
Bêhna wê pir teng bû..
Beroşa ava xwe rijand û hawar kir:
Xwedêyo !
Qey ez pêtekê ji serê birakujiya
Gelê kurdan
Ji xwe re bînim da ku tifka min
Vêkeve…?!!

Ji dîwana wê ya bi navê "Nameyek ji bo Qederê" (şam 2001)