A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêwar Ibrahîm - Nesrîneke Windayî
184 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêwar Ibrahîm - Nesrîneke Windayî

Ey delalo!
Delalê nesrîna li ber ba
Ketî,
Delalê kêla bê nav
û gora bê deng
û bejna li nav wê
Raketî

* * *

Ey delalo!
Bêje ey hevalê dil!
çima ji ber çavê min tu
Windayî?
çima te ew pozê nazik li min
Hildaye?
çima berbanga çavê te tim
Razaye?
Li derketina rojê
Napirse!
Nabêje nesrîna min li ku
Maye?!

* * *

Ey delalo!
Siwarên hespên şîn boz
Li ber lingê min hatine
Xwar,
Lê min ji wan re got:
Her û her delalê dilê mine
Siwar,
Ji derdê penaberiya wî dikim
Hawar …
Lê bera her kes zanibe
Wê rojekê delalê min bê
Bejna nesrîna xwe
Ji tewandinê rast bike,
û bê tirs û saw wê
şiyarke hizrên
Xewar …

* * *

Ey delalo!
Ezê gilî û gazinên xwe bi
Tixûbên bê ol bikim,
Mirinê ji mayinên bêbext
Birevînim,
Ezê pişta xwe bi
Asoyên bê hest
Girêdim,
Bejna xwe bi kelemperên
Windabûn û xapandinê
Bixemlînim,
Dîlana xwe û te li
Qada rewrewk û leylanan
Bigerînim.

* * *

Ey delalo!
Ezê her sibeh xwe bi
Ava lêvên te
Rewa bikim,
Gunehên xwe bi
Ava destlimêja te
Tahir bikim …
Lê ….!
Dikim û nakim
Dûrbûna te jibîr nakim,
Dibe ava zilindarê,
Dibe stirî …
çawa ezê hembêzbikim
çawa ezê diyar bikim

* * *

Ey delalo!
Gula bê bêhn te
Hembêz kir …
Ew sexteye,
Te ji bo wê her tişt
Daye…
û nesrîna te bûye
Stirî,
Di nav dijminan de
Maye …
Erê delalo …!
Tu cengewarîyê ji bo
Parastina xelkê dikî
Lê sed mixabin …!!
Te jibîrkiriye
Ku nesrîna te
Bê cî, bêwar û
Windaye..
û ji bo dîtina te
Her tişt daye
Her tişt daye…