A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Bêwar Ibrahîm - Careke Din Li Ser Evînê
630 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Bêwar Ibrahîm - Careke Din Li Ser Evînê

‘diyarî ji nivîskarê hêja Firat Cewerî re’

Ziman evîn e, evîn jî
Jiyanê bi min şêrîn dike.

***

Evîn li tu biharan napirse
hêsirên gul û kulîlkên
her dilê evîndar
di kewara rastiyê de
di civîne û dike hingiv.

***

Evîn xewne
ko dibe kabûs ji hev
tê çirandin.

***

Hezêkirina zêde
fidakariya ji aliyekî ye
yek dimre û yek jîndar dibe.
***

Gelek caran me bala xwe daye
evîndaran, me dîtiye ko
dilbijandina dilbijokan
û tiqtiqa kesên ko bi
ramanên wan di kenin,
di bin barana şermezariyê
bi ser wan evîndaran de
tê barandin.

***

Xapandina evînê tewandine
li ber bahozê; yê xapînok
xwe ji şkandinê diparêze.

***

Bi carekê guh mede baweşîna
porê reş û dirêj yan jî
nazenîna jinên dêmgirnijî û çixarekêş,
ji xwe ketiyên evînê
ew bi xwe ne.

***

Evîndarê ko pişta xwe
bi destê xwe nexwerîne,
tu kes nikare xura wî bişkîne.

***

Di navbera şer û aşîtiyê de,
evîn bûye dareke Mazî
li ser kûpê çiyayê evîndaran.
***

Lehiya dil ji kaniya evînê ye.

***

Ronahiya stêran,
ta berê sibê ez hişyar hiştim,
lê heyva evînê
şev û rojên min kirine yek.

***

Heger evîn xewnek bi êş be,
berbang di pey şevên dirêj re tê.

***

Bela kevanê ko tîra evînê jê tê avêtin,
tekûz û rast be,
ta ko ew evîn di navbera wê û
wî de bibe bihareke nemir.

***

di şaneşîna serketinan de,
li nav kavilên têkçûnê
evîn dibe siwarekî leheng
serê xwe ji kesî re danayîne.

***

Erê.. em nizanin ko
hêsrên dil ji ber jana evînê ye.

***

êşa ji ber evînê, can tahir dike
û naskirina evînê mirovan bi nirx dike.

***

Dilê ketî, bi dilketinê avadibe.

***

Gelek jin di himbêza mêran de mirne,
piştî oxira wan ji nû mêran fêmkirine ko
mirina wan ji ber evînê bû.

***

Jin û hezkirin yekin û Kurd dibêjin
"Yê mêr rakir jine û yê windakir jine".

***

Azadî û evîn wek dem û dîrokê ne,
nikarin ji hev dûrkevin
kesên ko xwe ji bo azadiya evînê fida dikin; mêrin,
û yên ko xwe ji bo evîna azadiyê fida dikin; şêrin.

***

Gava evîndar û birîndar li bin konê evînê dicivin,
Anahîta, Afrodêt, Vînos û îzês evînê li wan bi nêvî dikin
Birînên wan dikin sîwan û li derdora konê wan datîne.

***

Mirovê bi kar û sincên xwe xweşik be,
wê her tiştê xweşik jê hezbike.
***

Gelo her jina xweşik dikare her tiştê xweşik bi afirîne?!.

***

Evîn di dilê jinê de,
mîna mûmek vêketî li ser masê ye,
tu kes nikare bi temirîne,
Ji bilî xunava ramûsanên lêvên wê û
dildarê wê dema hev himbêz dikin.

***

Heger evîn saxlem be,
tu carî dilxerabî jê der nayê.

***

Evîn û seks mîna av û agirin,
geh av dibe hilm û geh agir dibe dû.

***

Ma ez çi fêm dikim ji evînê,
keçek gêncim
nû vedikim deryê jînê,
lawiko dîno!
li min negre, min navêje
nav xap û kînê
dilê bi evîn
lavijan jêre bixwîne.

***

Ez dibêjim evîn deryayeke kûre,
Her kes nikare xwe lêxe û bibûre
Gelo ez rast dibêjim…?

***

Evîna kor xwediyê xwe kor dike.

***

Evîn egoismeke pîroze
Evîndarê xwekuj wê egoismê dike
berrek sor li ber dergehê evînê radixîne.

***

Ew kesên ko ji ber bê evîniyê bûne diktator,
ta bi kêlên goran jî, ji ber serên wan di revin.

***

*Di kovara PEYV hejmar 222002 de helbestek Firat Cewerî bi navê "Li ser evînê" hatiye weşandin, min jî li gor sêweyê xwe bersiva wî bi rengê evînî bi vê helbestê min vegerand ye.