A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Beşîrê Mele - Barana Perrîka
412 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Beşîrê Mele - Barana Perrîka

Diz ketin Roxaneya vê sorgulê
Bilbilê dilê min hîn jî serxweşe
Gur ketin nêv koz û keryê berxikê
şivanê serê min çira wî reşe

Gotina bi kevirî ve bê dirûtin
Evîna bi windayê re bê çelîpekirin
çêlîka ramanî di hêlînê de bê şelandin
Xweşbîniya xeyalê zarokî pîrbibin….
Hêjî bi lorîka zerpirtûkan re xwe ditepîne dilo !?
Bend û komikên şûn ruxsarî miryan
Mirîşk bask şikestî ji Rovîdîkan ber digrin !
Ewran tifkir herî dibare
Dîlana mirnêye
Serbirçî û diltazî şerbeta binkevtna jiyanê digerînin
Roj tine ku di kolanekê de mirin bi çirrê nalîze!
Tilyên keleman,şiqamên diran qîç…
çerx û dûlabên pirtûkan “digerpiçînin”
Tîp di dirankiroskan de daliqyane

Belkî ba bê li kozera peyva lalik !
Simbila zêrîn û xwşik dê ro bidê
çar şemalin karin bi avê vêkevin
Dil ji hişî çê hezbike yan rê bidê

Dem ji vê derê xeyidye
poşkê nade nelivê
wê bi çi bête pîvan temenê vê reşikê?
Dêwê ji dêwa qimer ma …
Her tişt ji xwarin û ganêre vehiştî
Heyfa laşên nazik û terwende bê serîbin,
Êmê hişê nêran ji bêndera pirtûkek gurîbin
çavê kulîlkan di cejnan de li ber rehma
Ewirkevirekî bin
dilê:Hespê pevoka min
şemûs û cir nexweş e
Mêşekê ew sorkiriye kes nizane bi kud diçe !
Li vê panavê, ne tnê Ezraîl zindiyan dimrîne
Dibe ku jîndarek bi hingavtina Minminîkekê jî bimre
Bayekî hênik û xweş hebû li şeş hêlan,çû…
nav bera du Memikan cuherê kerê reş e
Bi derbirîna zimanê vê cografiyê:
Dikarî bilbilê vê efsaneyê fêrî vekirina baskan bike?
Tifka hizra pifdîne û ji ardwiê qedexeyî agirke û
Tasa şaşikê ji ber kwîzê dîrokê bide alî?
Tu dibê belkî ev newal,
Mal zaroka xwedawendên qeherîn e
derûnê min ji deng ketî bi dua
yek xwedayî baskekî çêkirî ne damin

Bi dest û lingan ketim tevna pîra jiyanxwir
Weke Evdal dikim qêrîn li sîpanê xelatê
dibe yar van çavên kor bi vîna xwe ronake?
Barana perîka bê Quling diçe felatê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê