A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berzan Birîvî - Şermola
122 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berzan Birîvî - Şermola

Bazargeha laşan
Ji her alî laşên pîr yên ciwan
Dihatin bazara te
Bi rûmet û ser bilindî
Te her tişt dikirî
Laşên bê can nas û biyan
Zarok, xort,kalemêr,
Qîz, jin û pîr
Diz û keleş, comerd û mêr

şermola ….
Meyxana serxweşan
Veşargeha qumarçiyan
çayxana dînan
Gulîstana sêwiyan
Sirgongeha zarokên bê guneh
Hinna dest û serê Qîz û Bûkan
Seyrangeha dê û bavan
Kezeb û dil windakirî

şermola ….
Te her tişt vedişart û min
Ji bîr dikir
Tenê
Te nikarîbû veşarta
û min ji bîr bikra
Sîh û heft û
Balafirên dûman ji te dibirin
Ji tirsa agirê Dêrsim
şêst û
Êzingên ergûna şoreşa Cezair
Êzingên birrandî
Ji kenê devê zarokan
Dema şa dibûn
Bi kulmek ax ji dana te
Bi tavek baran ji dana xwedan
Bi qurtek şîr ji pêsîra dayika xwe

şermola ….
Bi wê firehbûna sînga te
Bi wê payebûna kevnariya te
Te nikarîbû û tu nikare
Wî kenî, wan lepên biçûk
Bi dawa hevdû girtî
Wê qêrînê wan hêsiran veşêre
û ne ez karim
Wê bîhnê, wan dayikan,
Wê hewarê, ji bîr bikim

şermola ….
Piştî temenekî mîna temenê
Xwedayê Mesîh
Careke din hin
Xwelya hetîketiyeke din
Hate bi ser tede
û te ew himbêz kirin
Mîna zarokên xwe
û te karîbû ew hetîketî veşarta
û ne min ji bîr bikra

şermola ….
Tê rojekê bê xwestin govan
Li dadgeha xwedahî
Dadwer ez û ayinrê
Ji cerg û hinavê şewitî
Pisên min ji te
çi ji tere digotin zarokên
Di çêrya paşî de bi kom dihatin
Mêvanê te …?
Te ji wan pirs nekir …?
çima zû dageryan ji dubstana xwe…?
çima zû hatin birrîn
Ji refên hevalên xwe …?
Ew tilyên wanî
Elesa şekirê mêtinê hîn têdebû
Ma ketibû çavê jinên
Wanî pûşt ….???
Ta ku dan biraştin…!
Ma serê wanî porzerî
Kuling li pozê wanî nikilî
Xistibû …?
Ta ew zimanê biçûk
Bi pêlên agir dan bişaftin…!

şermola ….
Ji te tê xwestin
Tu alîkarbe bi dadgehêre
Wî pakrewanê effat ji mirovên xwe
Bişîne da ku bigere
Ji bajaran, li ezmanan,
Li bin axa her mezelan
Wan mêrkujan bîne ber destê min
Da wan dadbirîn bikim
Bi ayinrêya cerg û hinavê şewitî
Ez ne hovim
Ku zor û setemê bi wan bikim
Lê piştî pirs û bersiva venasîn
Ezê li gor gunehê wan
Dadbirînê bikim
Gotina pêşemêr
Hemo Rabî
Nimûneya min
çav bi çav û diran bi diran
û yê pêşî gunehkartire

*Bi bîranîna 40 saliya şewata sinema Amûdê, diyarî canên ji tîna Agir firiya û li stêrkan bûn mêvan.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê