A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Xezel
259 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Xezel

Xanîyek di bin berfê de ye,
Me çi jiyabe belkî.
Xewna zarokekî bavmirî,
Belavoka navê me nivîsandî li binî.
Çîroka robareke li keleqija havînê
Vehesîna me ya piştî her têkçûnê.
Di deftera wendabûyî ya herîrî,
Ku paşê em hewceyî ciwankariya wê ne.
Bêdengiya dengê barana ne di wextê xwe de ye,
Rêwitiya me ya ber bi wî kevnekavilî.
Dîsa jî bi hestên helbesta spêdeyê,
Jîyanê dipelînin zarokên bavê wan têkçûyî.


Xewna Dawî, Lîs, 2016, r., 32