A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Xewarî
205 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Xewarî

“Li Batmanê keçeke din jî xwe kuşt.”
Rojnameya Azadiya Welat

rojeke bê dil û rû tirş dimeşe
ber bi bajarê xewarî
qulingeke bask zekemî bûyî li pey
li ser ewreke ji zinaran hişktir
cixareyekê bi çermê bêdengiyê dipêçim
kevaniya min li mal
dev davêje tenêtiya xwe ya riziyayî

me demeke bi serê hev sond dixwar
bi suretên hev destmal dixemilandin
di zeryayên çavên hev de
ji zarokan reavahiyÊn qesrawî bilind dikirin
mexel dihat evîndarî li ber derî

em tev sucdar in xwe nedin alî
di vê kirêtiya me kiriye kurtek
an kiriye sakoyek û li bejna zarokan hilawistiye

bavê min digot dê xweştir bibe teqez
toz dê nikaribe çavên me birengîne
alavên têkçûne dipelîne asika me ya bi birîn
xezal in xwe ji dêvla ronakbîran dikujin

di goleke rûsar de avjeniyê dike
li ser kêreke devqol govendê
têr nabe ji zexeliyê dîsa jî
li piştî her têkçûnekê
serpêhatiyek bi nermenerm dest pê dike

ji çil û şeş sal an
birînek çilkezî ma di destê evdalî de
û hêviyek tu carî serî netewiyayî