A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Şirnex
1109 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Şirnex

Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe,
Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen.

Rûdinişt li hewşê, li hember Cudî
Kilam digot û birînên xwe dikewand dîya min,
Bavê min, stêrka qurix bû li lûtkeyên mêrxasîyê
Hêrsa xwe li titûnê wer dikir
Kovanîya xwe dişûşt li ser çemê kilamê min,
Li vî bajarê bextreş û bejnçîya
Destê xwe dirêjî kanîyên heyatê kir
Her carê li birînan likumîm
Her carê kulbişav bû para min

Karwanî dihatin ji çar alî cîhanê
Leglegên barê wan evîneke kevnar û boş
Hemû pirtûkan behsa min dikir,
Hemû evînan çêja xwe ji min distand
Ez bûm destpêka gerdûneke nipînû
Bûkeke dilkovan e niha rûsor li ber derîyê dîclê,
Şal şapik, serbidew û şerabê dipê

Erê, min got quling dibihurin di rûyê min de,
Kew avê vedixwin
Li deşta Dêrgulê asikeke delal im,
Li bestayê balindeyek nikulkêr.

Gelek tofan dî me, gelek karesat, bobelat
Û daketime li bin heft tebeqê dinê...
Lê ne bejna xwe tewandî me,
Ne çong veda me,
Mîna rûspîyekî zarxweş û bi efsûn,
Pala xwe dame çîyayê nimêjê
Şîr didoşim ji memikên rojê.

Ax! mirovê mîhreban,
Bi te destpê dike evîna min tenêtîya bê min.
Were! Dirêj bike destên xwe,
Em ji nû ve binivîsin çîroka serdemên kesk.

Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe,
Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen.

*Ji ber dengê wî ji alîyê helbestakurdi.com'ê ve hatîye deşîfrekirin.