A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Rojbaş
380 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Rojbaş

hûn her şeveq tên
bi çavên xwe yên xilmaş bûyî
bi xeyalên xwe yên esmer
û bi cil û bergên zîval -zîvalî
mêvaniya vî dilê çikspî.

hinek ji we lal in
hinek ji we ker û qop
"s"yê dike "ş"laleş
hûn tev "o" yê dikin "û"
roj heta dawî
wek palyaçoyan em diberhevde ne.

hûn her roj tên
bi stranên xwe yên bê miraz
bi destên xwe yên xizan
û zimanê jibîrbûyî
bi herikîna her dilopek evîna min
guleke vedibe di bîbûka çavên we de.

wisa dilsoz û wisa diltenikin hûn
dûrû û nemelaqî nebûye para we
bi deng difikirin û diramin
ji gulekê naziktire bedena we
gotinek nexweş bê gotin
awirek nexweş bê vedan
dicemide dilê we
agir xwe berdide hinavan

her şevek tên şagirtên min
ji bo evînê,
şaristanî,
zanyariyê
mîna pisîkek navmalî rudinin
mîna karxezalek
û gelek caran parîk nan jî nexwarine

biborin zarokno!
ez jî dilkovan û jehrxwarim
vêdişêrim xizanî û tengezariya xwe
vedişêrim dudiliya xwe
ji vê jiyana çêbûwar.

lê bibexşînin
her ku hûn bibêjin "rojbaş"
bêhtir berxwedêr dibim
bêhtir bi jiyanê ve têm girêdan ez!