A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Li Ber Deriyê Bajêr
920 Xwendin
10 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Li Ber Deriyê Bajêr

bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr
tenê, tazî û çile bû
berf dibariya li ser rûyê wê,
êş û xemgînî
li milê min ê çepê mêrxasiya min
li ya rastê kovanî
min şerm dikir bigirîm ji tirsê û sermayê
ne ji dengê wê bilûra qedîm bûya dê biqerisiyam
gur nekira agirê dilê min teqez dê bimiriyam

bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr,
lê hiş li min xwekuştin, çile bû
li stasyonan keriyên mêrûyên bi qirqal
li xanên kevnare bedenên westiyayî
bi stêrkên li ser çiyayî rûniştî re selmaxê dikir bayî
û her dişaran hestên di hundirê min de razayî
dê teqez bimiriyam, ne tîna çavên te bûya

bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr
xizan, aşiq û çile bû
her diqeherîm ji wê birca nobedar lê dibişirin
bi rewşeke ji hiş çûyî
li wir diteyisî işq
wek ezîza min a li dûr
ku min hîs nekira tîna dilê wê yê di xewneke gulgulî de
hêlma wê negeriya li ser dilê min teqez dê bimiriyam

bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr
çavên min şil, çile bû
dengên nehs yê firiştiyan
nifirên tavnedîtî, bêhna meşrûbê
serxweşan, laşfiroşan, pêxwas û rêbiran silav dida min
û şev wek tîra ji kevanê felitî dibihurî di canê min de
bajarî wek vereşanê ez davêtim nehêniyên xwe
û her kûrtir bin ax dibûm ji dêvla bimirim

çile bû, berf dibariya
tazî, aşiq û xizan bûm
wek gundiyekî wehş rawestîbûm li ber deriyê bajêr
hêlek min birca belek li bircên wê tîr direqisîn
hêlek min medresa sor bêdengiya biefsûn
pencereya vedibe işqê
û ez ew zarokê çiyayî yê dişibiya hespekî rehwan
teqez dê bimiriyam
min xwe negirta li keziyên te yên bajêr pê şa dibû.

*Ji bajêr qesta şairî Cizîra Botan e.
*Ev helbest di 2008'ê de hatiye nivîsîn, cara ewil di bernameyeke bi Kawa Nemir re li Cizîrê li Navenda Çandê ya Mem û Zînê hatiye xwendin.
*Deşîfrekirin: Rênas Xendekî (ji ber dengê şairî hate deşîfrekirin)
*Qeyda ji ber hatî deşîfrekirin, di bernameya Bêndera Çandê ya Pelfilm'ê de hatiye belavkirin.
*Bi destûra helbestvanî ye.