A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Hestên Tewifî
292 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Hestên Tewifî

Li vê gerdûna balûpal
Min quncikek ne dît bo kêfxweşiyê

Li vê parzemîna reş-tarî
Her şefeq kevokên birîndar dadikevin ser avê

Li vî bajarê qemitî
Tenê kurmikên dilreş bijûndar in

Li vê mala bê tifik
Dûyê hestên tewifî

Sê gav şûn de valahiyek bêbinî