A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Helebçe
1488 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Helebçe

em bi hevre mirin mirovno!
pênc hezar însan
ne şînahiya esmanan
ne xweşikbûna kûlîlkan
herikîna çem û robaran
û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ne êdî.
stranên me yên evînî rawestiyan
lê negerin
naxuye
di bîbikên me de jiyan
ji toza ewrên zer û bêhna sêva riziyayî zêdetir.
ji xwe em xizmên hev bûn
xewn û xeyalên me wekhev
em bi hev re mirin
pênc hezar însan.

PÎR Û KAL:
min tu carî nebihîstibû dengekî wiha
bêhneke wiha min nekişandibû cerga xwe
derewan nakim.
dibe we ez neaniyama bîra xwe
an kulîlkek neçanda li ser gora min.
jixwe
gotinên me pere nedikirin
nîvmirî bûn em
tirsiyam dîsa jî
derewan nakim.
lê ew zarok çima bi me re ne
qey wê nejiyana
bê nasnav be jî
an xizaniyek xedar.

DERGÛŞ:
çi bibêjim bê feyde ye
hatin û çûna min bi hev re
jixwe
hê nav jî li min nehatibû kirin.

DAYÎK:
van bêbavan
pirtûkên pîroz jî nexwendine
ji evînê bê par in
berxê min di dergûşê de ma
destên min bûn dareke hişk
û me hev hembêz nekir.

ZAROK:
min digot qey
ev jî lîstikek e
hey hawar dikim
kes nayê banga min
goga bavê min îro kirî jî
ma di hewşê de
wê kî pê bilîze gelo
kes ma?

MAMOSTE:
çi qasî li min xweş dihat
evînê hînî zarokan bikim
hevaltî, biratiyê
hê zengilê betlanê lê nexistibû
ev mirin çima
û li depreşê nîvco ma
nivîsa serfiraziyê.

AXA:
ev çend mal û milk
ev çend dirav û zêr
û bêdadiya min
nekarî rawestîne mirinê
min digot em ê ne tê de bin
çima em haydan nedan?

XORT:
min gustîlek kirrîbû
ji bo gulbihara xwe
va em bi hev re çûn
wê bidin yeke din
min ji bo wê hewce nema.

HELBESTVAN:
kê digot
wê ew qasî bi wate be helbesta me
ku tu carî pênûsa min
xwîn nerijand

ŞIVAN
hê teze ji maka xwe bûbû
karika bizina bedew
yekcar şîr nemêtibû hê
li ber xwe nakevim
bizanibin
me bi hev re veşêrin
di bextê we de me
bi seyê har re.

XWEDA:
ez jî şaş mam, bawer bikin
kê destûra vê komkujiyê da?
li min biborin
ketime bextê we

MIROVAHÎ:
hûn bi hev re mirin
bi yeksanî, bi biratî
rûreşî para me!

DÎROK:
bû deqeke tenî
rûnişt li ser eniya min
navê te Helebçe

ez hêvî dikim mirovno
bila kes li deriyê dilê min nexe îşev
dixwazim bigirîm
bi têra xwe!

*Ji pirtûka wî 'Hemû Berhem', weşanên Lîsê, 2010, rr: 73-76
**Li gor çapa Lîsê hate serastkirin (09.08.2021)