A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Gulname
491 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Gulname

stêrkeke xwînşîrîne her tîpeke navê te
her ku ez wan bi bîr tînim
bi îsîn diherikin çemên bextewariyê
gulên zîvîn vedibin li bexçê dilê min

her keziyek te qevdek gula mihemedî
her ku li ba dibin
xunavstêrkek dibare li deşta tenêtiya min a devzirav
bajarek diherike ber bi valahiya xwe
welatek ji nû ve tê bi nav kirin

çavên te du ewrên zarokwarî
du oqyanûsên bi aram
her ku li min dinihêrî
biharek min dikişîne nava xwe
bexçeyek tê pê ji dengê zarokan

rûyê te pirteqaleke hevrîşimîn e
her ku lê dinihêr im
dinya diguhere di hundurê min de
jinişkave vedibe perdeya heyatê