A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Gulê
808 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Gulê

tu bi xunavstêrkan hatî, bi pêlên bagera gulan
te bi tîna dilê xwe germ kir bedena min a qerisî
di şevên teng û tarî
di rojên sar û seqem de
min xwe avêt hembêza çavên te yên keskeşîn
li kîjan gulê binihêrim tu vedibî jinişkave
navê te tê nivîsîn li rêza ewil a her rûpelê
da dawî nebe ev xewna xwînşîrîn
da neçilmise ev eşqegula di payiza emr de vebûyî
min xwe avêt tor û bextê yezdanê dilovan
tu bûy pêta bizotek agir dawiyê
û te hilweşand hemû kelehên ruhê minê zarokwarî