A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Berken Bereh - Ger Hûn Bixwazin
849 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Berken Bereh - Ger Hûn Bixwazin

Ger hûn bixwazin
Binasin êş û jan û kovaniyê
şevek li welatê min bibin mêvan.

Ger hûn bixwazin
Binasin mirinê
Li baskên qulingên koçber binihêrin
Bêhna şewatê tê ji wan.

Ger hûn bixwazin
Evînê binasin
taldeya rojhilata dilê xwe bipelînin
bê çawa diteyisin bi ken stêrk.

Ger hûn bixwazin
Welatê min binasin
Vekin deriyê agir û rojê
kevoka mirovheza heftreng
Dê bifire ber bi we.